Astana 5ê bi tevlîbûna hemû aliyan destpêkir!

Astana 5ê bi tevlîbûna hemû aliyan destpêkir!

12:13:03

 

Rojava News: Tura 5emîn a hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê li paytextê Kazakistanê li Astanayê destpê kir. Li gorî nûnerê wezareta Kazakistanê hemû alî ji bo tevlî civînê bibin gihîştin Astanayê.

Tura 5emîn a hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê li paytextê Kazakistanê li Astanayê destpê kir. Li gorî nûnerê Wezareta Derve yê Kazakistanê Anuar Jaynakov muxalifên çekdar jî di nav de hemû alî ji bo tevlî civînê bibin gihîştin Astanayê.

Tura 5emîn a hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê bi tevlîbûna welatên garantor Rûsya, Tirkiye, Îran û heyetên Neteweyên Yekbûyî û sûriyeyî destpê kir. di rûniştina destpêkê ya hevdîtinan de grûba xebat a hevpar civînek li dar xist.

Nûnerên Urdin û Amerîkayê jî di hevdîtinan de wekî çavder cih digirin.

Nûnerê Wezareta Derve yê Kazakistanê Anuar Jaynakov di axaftina xwe ya rojnamevanî de got: "Muxalifên çekdar ên sûriyeyî jî di nav de hemû aliyên siyasî yên sûriyeyî ji bo tevlî civînê bibin gihîştin Astanayê. Heyet îro wê pêwendiyên dualî li dar bixin û sibê jî wê civînên vekirî werin lidarxistin."