Qetarê bersiva şertên welatên kendavê da!

Qetarê bersiva şertên welatên kendavê da!

13:03:54

 

Rojava News: Welatên kendavê ku serokatiya wê Erebîstana Siûdî dike têkiliyên xwe yên ekonomîk û dîplomatîk bi Qetarê re birîbûn û ji bo rastbûna têkiliyên hinek şert û merc danîbûn pêşiya Qetarê.

Welatên kendavê ku serokatiya wê Erebîstana Siûdî dike têkiliyên xwe yên ekonomîk û dîplomatîk bi Qetarê re birîbûn û ji bo rastbûna têkiliyên hinek şert û merc danîbûn pêşiya Qetarê. Herî dawî welatên kendavê ji bo bicihanîna şert û mercan 48 seet mawe dabû Qetarê û lîsteyeke ku ji 13 madeyan pêk dihat pêşkêş kiribû. Berî ku maweyê 48 seetan biqede Qetarê bersiva xwe bi navbeynkariya berpirsê Kuweytê gihande welatên kendavê.

Li gorî nûçeya rojnameya The Guardinê bersiva Qetarê ya bersivdayîna şertên 13 madeyî nehat eşkerekirin.

Qetarê di daxuyaniyên xwe yên berê de ragihandibû ku bicihanîna şert û mercên ku tê xwestin pir giran in û bicihanîna wan zahmet e.

Di nava şertên Erebîstana Siûdî û hevalbendên wê ku ji Qetarê dihate xwestin de girtina televîzyona El Cezîre û baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê li Qetarê jî hebû.