Almanya xwe ji Încirlikê vedikêşe!

Almanya xwe ji Încirlikê vedikêşe!

13:14:58

 

Rojava News: Reutersê ragihand ku Almanya, duh Yekşemê dest bi vekişîna ji Bingeha Încîrlîkê ya li Edene ya Tirkîyê kir.

Tirkîyê destûr nedabû ku parlementerên Alman serdana Bingeha Încirlikê bikin û ser vê yekê Almanya biryara vekişînê dabû.

Berdevkek Wezareta Berevanî ya Almanya dîyar kir balefirek wan a sotemenîyê duh Yekşemê ji bingehê derketîyê. Reuterse ji zarê karbidestên Tirk jî piştrast kir ku Almanya ji bingehê vedikişe.

Civata wezîrên Almanya di 7ê Xizîranê de biryara vekişînê dabû û parlementoya Almanya jî piştre biryar erê kiribû.

Li Bingeha Încîrlikê bi qasî 200 leşkerên Almanya hene. Leşkerên Alman berpirsê sotemenîya firokên koalîsyona li dijî DAIŞê ne.

Leşkerên Alman ewê herin li bingeheke esmanî ya li Urdunê bi cîh bibin.