12:30:59
Rojava News: Hat ragihandin ku milîtanên DAIŞê kuştina serokê rêxistinê Ebûbekir Bexdadî serrast kirin.
Li gorî nûçeya televîzyona El Sumaria ku li Iraqê weşanê dike agahiya xwe sparte çavkaniyekî nînovayî û kuştina Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî serrast kir. Li gorî daxuyaniya çavkanî, milîtanên DAIŞê kuştina Bexdadî serrast kirin û bi daxuyaniyeke kurt ‘xelîfeyê nû' eşkere kirin. Lê çavkanî di televîzyonê de navê 'xelîfeyê nû' yê DAIŞê eşkere nekir.
Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniyeke xwe ya demek berê de ragihandibû ku dibe Bexdadî di êrişa hêza hewayî ya Rûsyayê ya 28ê Gulanê de hatibe kuştin.