Rêxistina terorîst tola têkçûna xwe ji zarokan derxist: 7 îdam

Rêxistina terorîst tola têkçûna xwe ji zarokan derxist: 7 îdam

13:37:50

 

Rojava News: Li gorî daxuyaniya fermandarekî Heşdî Şebî, rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarokê Tilafer tawaneke hovane li dar xist û 7 zarok bi dar vekirin.

Fermanderê di hêza Heşdî Şebî de Cebar Mamorî ragihand ku ji ber şikestina li Mûsilê, terorîstên DAIŞê tawanên hovane li dijî xelkê bajarokê Tileferê kirin. Duhî jî 7 zarok bi dar vekirin û laşên wan jî bi dîrekên elektrîkê ve daleqandî hiştine.

Li gorî fermandarê Heşdî Şebî, rêxistina terorîst a DAIŞê ew tawan wek tolvedanekê li dijî malbatên wan zarokan kirine ku dixwastin ji Tilaferê birevin û biçine navçeyên ne di bin kontrola DAIŞê de.

Wek tê bajarokê Tilaferê dikeve rojavayê Mûsilê û xelkê wê ji pêkhateyên tirkmenên şîe ne. Ji sala 2014an ve di bin kontrola DAIŞê de ye. Berî demekê jî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotibû operasyona rizgarkirina bajarokên Tilefer û Hiwêce dê demeke nêzîk de dest pê bike.