12:51:25
Rojava News: Li Tirkiyê bajarê Konyayê di operasyona serdegirtina şaneya DAIŞê de pevçûn derket, di pevçûnê de 5 terorîst hatin kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn.
Tîmên Tekoşîna Dijeterorê yên Midûriyeta Ewlehî ya Konyayê li hemberî endamên rêxistina terorîst a DAIŞê ku amadekariya çalakiyan dikirin li taxa Yorganci ya navçeya Merama Konyayê operasyonek li dar xist.
Di operasyonê de tîmên taybet jî cih girt û bi ser 10 navnîşanan de girtin. Di avahiyeke ku tê gotin şaneya rêxistina terorîst a DAIŞê ye de şer û pevçûn derket. Di pevçûnê de 5 terorîst hatin kuştin û 3 polîsên Midûriyeta Ewlehî ya Konyayê jî birîndar bûn.
Bi ihtîmala ku dibe terorîstên din jî hebin operasyon dewam dike û li herêma ku şer derket hemû kolan ji çûnûhatinê re hatin girtin. Polîs di çarçoveya bergiriyên ewlehiyê de pêşî li welatî û rojnamevanan girtiye ji bo ku nêzîkî şaneya DAIŞê nebin.
