Pentagon kuştina Bexdadî piştrast nake

Pentagon kuştina Bexdadî piştrast nake

13:11:42

 

Rojava News: Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) kuştina Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî piştrast nake û diyar dike ku li ser kuştina wî zanyariyên wan tine ne.

Berdevkê Pentagonê li ser kuştina Ebûbekir Bexdadî ragihand, heta niha zanyariya wan a tekez nîne ku piştrast bikin ku xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî hatibe kuştin.

Îro Rewangeha Sûriyê ya ji bo Mafên Mirovan diyar kir, ku Bexdadî li Sûriyê bajarê Reqayê hatiye kuştin.

Beriya niha jî Rûsya çend car aşkere kiribû ku serokê DAIŞê di êrişeke esmanî ya firokeyên şer de li Sûriyê hatiye kuştin.