Hevpeymaniya navnetewî hişyariya avabûna DAIŞeke nû dide!

Hevpeymaniya navnetewî hişyariya avabûna DAIŞeke nû dide!

13:16:31

 

Rojava News: Hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê hişyariya avabûna DAIŞeke nû li Mûsilê dide.

Fermandarê hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê General Stephen Tausend di konferanseke videoyî de li Bexda daxwaz li hikûmeta Iraqê kir, reftarên xwe  li gel pêkhateya sunne  bigoherin.

General Stephen Tausend dibêje ragehandina dawî hatina DAIŞê li Mûsilê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nayê wateya dawî hatina şerê dijî wê rêxistinê.

Fermandarê hevpeymaniya navnetewî hişyarî da hikûmeta Iraqê ku ji avabûna DAIŞeke nû hişyar bin û ragehand: ‘’Pêwîste hikûmeta Iraqê li gel sunneyan aştî pêkbîne.

Piştî têkçûna rejîma Beis li Iraqê di sala 2003ê de partiyên şîe dest li ser hikûmraniya Iraqê de girt û artêşa Iraqê ku ji aliyê şîeyan ve tê birêve birin, sunneyên li Mûsilê îşkence dike û sivikayiyê bi wan dike.