Tirkiye leşkerên nû şandin baregeha xwe ya li Qetarê!

Tirkiye leşkerên nû şandin baregeha xwe ya li Qetarê!

13:32:56

 

Rojava News: Hêza Çekdar a Qetarê di daxuyaniya xwe de ragihand ku artêşa Tirkiyeyê leşkerên nû şandin baregeha xwe ya li Dohayê. Lê Qetarê hejmara leşkerên Tirkiyeyê ku dawî gihÎştin Dohayê eşkere nekir.

Artêşa Qetarê di berdewamiya axaftina xwe de behsa armanca xurtkirina hevkariya parastinî ya navbera Doha û Enqere, tekoşîna bi terorê û keddayîna aramiya herêmê kir.

Sererkaniya Giştî ya Tirkiyeyê di daxuyaniyeke xwe de ragihand bû ku 111 leşkerên tirk li baregeha leşkerî ya Qetarê ne.