Lavrov: Em piştgiriya Esad nakin

Lavrov: Em piştgiriya Esad nakin

01:28:20

 

Rojava News: Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Rûsya piştgirî nade Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad, pêşeroja Sûeiyeyê û serokê wî, tenê gelê Sûriyeyê biryar dide. Herwiha Lavrov eşkerekir ku girêdayî biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) jî dewam dike.

Lovrov li Berlinê di weqfa Korberê de axivî û got: "Em piştgiriyê nadin Esad, lê em bi biryarên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ve girêdayîne. Biryara ku tê qalkirin, çarenûsa pêşeroja Sûriyeyê, tenê gelê Sûriyeyê dike."

Herwiha Lavrov diyar kir ku potansiyela xebatên hevpar di mijara têkoşîna li dijî terorîzmê de yên Rûsyayê û welatên Rojava muezeme û tişta herî girîng ew e ku ev potansiyel bi awayeke rast tê bikaranîn. 

Dîplomatê rûsî wiha pê de çû: Potansiyela hevkariya aştiyane û muezamiya di mijara têkoşîna hevpar li dijî terorîzmê de û gelek mijarên din de derdikeve pêş. Tişta herî girîng ew e ku ev yeke bi awayekî rast dimeşe."