Îran: Petrokîmyayî ya Îlamê berhemanîna xwe rawestand

Îran: Petrokîmyayî ya Îlamê berhemanîna xwe rawestand

00:49:51

 

Rojava News: Rêveberê kargeha petrokîmawiya  Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ji roja Yekşembiya derbasbûyî ve, çalakiyên petrokîmyayî ya wan hatine rawestandin.

Rêveberê petrokîmyawiya Îlamê, Ferhad Daniş di daxuyaniyekê de got, petrokîmyayî ya Îlamê niha karê berhemanînê nake, ji ber ku bi gotina wî madeyên xav nagihîjin kargeha wan.

Ferhad Daniş da xuyakirin, sedema nebûna madeyên xav jî ev e,ku kompaniya Parsa Başûr tê nûjenkirin û bi wê sedemê madeya Êtan li navçeya Eselûye ya li başûrê Îranê kêm bûye.

Madeyên xav ên petrokîmyayiyên Îlam, Kirmaşan, Sine û Mihabadê yên li Rojhilatê Kurdistanê ji navçeya Eselûye û Parsa Başûr li başûrê Îranê ve tên dabînkirin.

Daniş dibêje: “Hevahengî û planeke baş nîne ku di demên wiha de rê li ber zirarmendbûna kargehan bê girtin.”