Li Efxanistanê di nav 6 mehan de bi kêmayî 1500 sivîl mirin

Li Efxanistanê di nav 6 mehan de bi kêmayî 1500 sivîl mirin

01:05:35

 

Rojava News: Li Efxanistanê di nav 6 mehên ewil ên sala 2017an de hezar û 662 sivîl di bûyerên tundiyê de mirin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyand ku li Efxanistanê di nav şeş mehên ewil ên sala 2017an de hezar û 662 sivîl di bûyerên tundiyê de mirin, 3 hezar û 581 sivîl jî birîndar bûn.

Mîsyona Alîkariyê ya Efxanistanê ya NYyê (UNAMA) daxuyand hejmara sivîlên ku ji ber bûyerên tundiyê mirine di navbera 1ê çileya paşîn û 30ê hezîranê de li gor par ji sedî 2 zêde bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ji sedî 67ê sivîlên ku hatine kuştin di bûyerên tundiyê yên ku komên li dijî hikûmetê li dar xistine de hatine kuştin, ji sedî 43 jî di êrîşên Talibanê de hatine kuştin.

Hat gotin ku di heman heyamê de di êrîşên xwekujiyê û yên bibombe de jî 596 sivîl hatine kuştin.

- Herî zêde li Kabul, Nangarhar û Helmandê kuştî hene

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji sedî 19yê sivîlên hatine kuştin gelê Kabulê ye, piştî paytext Kabulê herî zêde li Nangarhar û Helmandê sivîl hatine kuştin.

Di bûyerên tundiyê de 174 jin jî hene.

Di destpêka meha remezanê de li Kabûlê bombeyeke ku di nav tanka avê de hatibû bicihkirin hatibû teqandin. Di bûyerê de 150 kes miribûn.

 

NYyê ev êrîş wek êrîşa herî bixwîn a 15 salên herî dawîn bi nav kiribû.