Îranê bo Amerîka: Em ê êrişî baregehên leşkerî bikin

Îranê bo Amerîka: Em ê êrişî baregehên leşkerî bikin

10:23:32

 

Rojava News: Fermandarê Muhafizên Şoreş a Îranê General Caferî di axaftina xwe de ragihand ku heke Amerîka li hemberî muhafizên şoreşger mueyîdeyan bisepînê divê baregehên xwe yên hetanî hezar kîlometroyî dûrî Îranê bigire.

Fermandarê Muhafizên Şoreş a Îranê General Muhammed Elî Caferî li bajarê Meşhedê di axaftina xwe de Amerîka hişyar kir û got: "Heke Amerîka li hemberî muhafizên şoreşger mueyîdeyan bisepînê divê baregehên xwe yên hetanî hezar kîlometroyî dûrî Îranê bigire. Hêza moşek a Îranê ne cihê muzakereyan e. Îran teknolojiya xwe ya moşekan roj bi roj bi pêş dixe."

Muhammed Elî Caferî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Moşekên ku li Dêra Zorê me avêtin rêxistina terorîst a DAIŞê digel ku ji dûrahî ve hatin avêtin jî hemû hedefên xwe îmha kirin. Ev moşek hê jî têne pêşxistin."

General Caferî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Heke Amerîka li hemberî muhafizên şoreşger mueyîdeyan bisepîne divê hemû baregehên xwe yên leşkerî ku dora hezar kîlometroyî ji Îranê dûr in bigire. Bedêla şaiyeke wiha wê ji bo Amerîkayê pir giran be."