Netanyahu hişyarî daye Putin

Netanyahu hişyarî daye Putin

13:31:38

 

Rojava News: Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihandiye, ku wî derbarê çalakiyên Îranê û Hizbullah a Lubnanê li ser sînorê Îsraêl-Sûriyê hişyarî daye Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin.

Medyaya Îsraîlê îro pêncşembiyê belav kirin, Serokwezîrê Îsraîlê diyar kiriye ku wî Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin derbarê  çalakiyên  hêzên Hizbullahê û Îranê de yên li ser sînorên Sûriyê hişyar kiriye.

Li gorî medyayên îsraîlî, Benjamin Netanyahu di civîneke girtî ya li gel Serokwezîrên Mecaristanê, Komara Çekya, Slovakya û Polanya de, ew zanyarî aşkere kiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê di wê civînê de gotiye: “Dema ku min hevdîtin bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin re pêk anî, min ew hişyar kir, eger em bibînin, çek ji  Hizbullahê re tên şandin, em dê lêbidin û me çend caran jî li wan daye.” 

Di heman demê de Netanyahu daye xuyakirin, wî ji Putin re gotiye, eger ew hêzên Îranê li ser sînorên xwe bibînin, ew dê artêşa xwe bixin nava liv û tevgerê.