Tehran û Şam dijî perçekirina Iraqê ne!

Tehran û Şam dijî perçekirina Iraqê ne!

13:37:02

 

Rojava News: Îran û Sûriyê derbarê referanduma Başûrê Kurdistanê û parçerkirina Iraqê de hişyariyê didin û radigihînin: “Ew hewlên ku di wê dawiyê de hene û gefê li yekgirtîbûn û serweriya xak û gelê Iraqê dikin, dê encamên metirdîsar hebe.”

Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim û Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê bo Karûbarê Erebî û Afrîqayê Husên Cabir Ensarî li Şamê bi hev re civiyan.

Welîd Muelim û Husên Cabir Ensarî di vê civînê de behsa pêwendiyên navbera Şam û Tehranê kirine û nûnerê Îranê tekezî li ser piştgiriya welatê xwe bo Serokê Sûriyê Beşar Esed jî kiriye.

Herwiha aliyê Sûrî ji bo wan alîkariyên ku pêşkêşî Sûriyê dike, spasiya Îranê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, ku her du aliyan li ser krîza Sûriyê û herwiha hemahengiya navbera Îran, Sûriye û Rûsyayê bo çareserkirina krîza Sûriyê kirine.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê de hatiye: “Her du alî jî hev nêrîn bûn li ser wê yekê ku krîza Sûriyê bi wê yekê tê çareserkirin, ku destwerdana derveyî neyê kirin.”

Wezareta Derve ya Sûriyê amaje bi wê jî kiriye, ku Şam û Tehran derbarê pêşhatên wê dawiyê yên li Iraqê (referanduma li Başûrê Kurdistanê) jî bi hev re gotûbêj kirine.

Îran û Sûriye derbarê wan pêşhatên wê dawiyê yên li Iraqê de hişyarî dane û ragihandine, ku ew pêşhat “gef in bo ser yekgirtîbûn û serweriya xak û gelê Iraqê, ku dê encamên metirsîdar hebe.”