Li Afganistanê êrîşa DYAyê: 16 polîs hatin kuştin

Li Afganistanê êrîşa DYAyê: 16 polîs hatin kuştin

12:39:48

 

Rojava News: Di encama êrîşeke hêzên asmanî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, li Afganistanê 16 polîsan jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê polîsên Afganî li parêzgeha Helmandê Selam Afgan da xuyakirin, rojek berê li demjimêr 17.00an bûyer li gundekî qewimî ye ku pevçûn di navbera milîtanên Talîbanê de hebû.

Afgan ragihand, da zanîn, di êrîşa asmanî de 2 jê fermand, 16 polîsên Afganî hatine kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne.

Êrîş ji aliyê berdevkê hikûmeta herêmî ya Helmandê Omar Zwak ve jî hat piştrastkirin.