Wezîrê berevaniya Amerîkayê bo Bexdadî daxuyanî da!

Wezîrê berevaniya Amerîkayê bo Bexdadî daxuyanî da!

13:04:55

 

Rojava News: Wezîrê berevaniya Amerîkayê behsa çarenivîsa xelîfeyê rêxistina terorîst a DAIŞê kir û hin daxuyanî vê derbarê de dan.

Wezîrê berevaniya Amerîkayê James Mattis duh 21.07.2017ê ragehand: ‘’Guman heye xelîfê DAIŞê Ebubekir Bexdadî hîn zindî be.’’

Herwaha rêveberê dijî teror a Amerîkayê Nikollas Rosmons ragehand, ew hest nake ti belgeyek bo kuştina Ebubekir Bexdadî hebe, em pir tişt dizanin, lê zanyariyên piştrast ên derbarê mirina wî de dest me de tineye.

Berî naha çavkaniyên istixbarat û leşkerî yên Rûsyayê û Sûriyê behsa kuştina Bexdadî kiribûn.