13:12:22
Rojava News: Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ragihand ku dilê wan heye buroya televizyona El Cezireyê ya li Qudsê bigirin û xebatên wan ên li Îsraîlê bi timamî rawestînin.
Berê welatên kendavê buroya televizyona El Cezîreyê ya ji Qeterê weşanê dike girtibû. Piştî vê yekê niha jî Netenyahu dixwaze kanalê bigire û dawî li xebatên wan ên li welatê xwe bîne.
Benjamîn Netanyahu li ser hisabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku televîzyona El Cezîre li Qudsê provakasyonan dike û got: "Min dîrektîf da rêvebirên ewlehiyê ku buroya El Cezîreyê ya li Qudsê bigirin. Bo vê yeke ger rêya qanûnî tunebe, em dê hewil bidin qanûnekê ji bo vê derbixin."
Her wiha Netanyahu bibîranî ku wî demek berê jî çend caran ji berpirsyaran xwestiye buroyên kanala mezkur li Qudsê bigirin.
Hewldanên li hemberî kanalê sala 2014an dest pê kirin. Wekî tê zanîn pêşî Misrê buroya El Cezîreyê girtibû û dawî li xebatên wê anî bû.
