12:45:09
Rojava News: Balyoza Amerîka ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley ragihand ku rêveberiya Trump rê nade Îranê ku bibe gef li ser berjewendî û hevpeymanên wan
Nikki Haley derbarê ceribandina mûşekeke nû ji aliyê Îranê ve, daxuyaniyek weşand û got: "Piştgiriya Îranê ya terorîzmê û şkinandina sozên xwe yên derbarê ceribandina mûşekan de ji me re dibêje, ku ji Îranê bawer nekin. Ceribandina mûşeka duh careke din ev yek selmandiye."
Derbarê karvedan û berteka Amerîkayê jî Haley diyar kir: "Di serdema xwe de rêveberiya Trump rê nade Îran bibe gef li ser berjewendî û hevpeymanên me."
Balyoza Amerîkayê ya NYê daxuyakirin, ku Îran bi van kiryarên xwe eşkere dike ku ew girêdayî rêkeftin û peymanên navdewletî nabe û got: "Heta Îran dest ji piştgiriya terorîzmê bernede û yasayên Civata Ewlekariya NY pêk neyne, sepandina cezayan dê berdewam bin."
