Li Derya Egeyê belema penaberan noqî avê bû: 7 mirî!

Li Derya Egeyê belema penaberan noqî avê bû: 7 mirî!

12:52:16

 

Rojava News: Belema penaberan li derya Egeyê nêzîk bajarê Tirkiyê Îzmîrê noqî avê bû û bû di encam de 7 penaber xeniqîn.

Ew penaberane dixwastin ji Tirkiyê bi awayek qaçax biçin welatên Ewropa û şeva borî 28.07.2017ê demjimêr 21:00 ango 9ê şevê belema wan nêzîk qeza Çeşme ya Îzmîrê vergerya û noqî avê bû.

Piştî geheştina tîmên rizgariyê yên Tirkiyê, 9 kes hatin rizgar kirin, ku 4 ji wan hemwelatiyên Iraqê bûn, sê ji wan Somalî bûn û du kesên din jî hemwelatiyên Sûriyê bûn. Herwaha termê 7 kesan hate dîtin, ku du ji wan jin bûn û pênc kesên din jî zarok bûn.

Li gor nûçeya ajansa Anadolu qaçaxçî hemwelatiyê Tirkiyê bûye û dema ku zaniye di belemê de pirsgirêk heye, bi melevaniyê xwe rizgar kiriye û penaber di nav avê de hiştine.