11:40:20
Rojava News: Çapemeniya Afganîstanê belav kir şeva borî di encama teqînek xwekujî ya li mizgevteke bajarokê ser bi Heratê de 30 kesan jiyana xwe ji dest da, 64 kesên din jî birîndar bûn.
Malpera Ofoq a Afganîstanê di vê derbarê de belav kir, teqîn şeva borî 20:10 hûrdemê de di nav mizgefta Cewadiye ya bajarokê Bekrawa ya ser bi parêzgeha Heratê de pêkhatiye û piştî kesê xwekuj di mizgeftê de xwe teqandiye, çekdarekê jî gule rêşandine û ji ber wê 30 kesan jiyana xwe ji dest daye, 64 kes jî birîndar bûne.
Li gor heman çavkaniyê ew mizgeft a şîeyên Heratê ye û heta naha ti grub û aliyek berpirsyariya wê êrîşê negirtiye ser xwe.
Heart yek ji parêzgehên aram ên Afganîstanê ye ku di sînorê Îranê de ye, lê vê dawiyê gelek teqîn û bûyerên terorîstî lê pêkhatin.
