Hevpeymaniya Navdewletî : 624 welatiyên sivîl di êrîşên li dijî rêxistina DAIŞê hatine kuştin!

Hevpeymaniya Navdewletî : 624 welatiyên sivîl di êrîşên li dijî rêxistina DAIŞê hatine kuştin!

02:33:18

 

Rojava News:Roja Înê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi pêşengiya Amerîkayê ragihand,  ku li Sûriyê û Îraqè 624 welatî di êrîşên dijî rêxistina DAIŞê de hatine kuştin  

Hevpeymaniyê diyar kir, ku vê hejmarê di navbera Tebaxa 2014an  û Tîrmeha 2017an de  canên xwe ji dest dane, ew yek li gor zanyariyên li dest.

Tê zanîn, ku Hevpeymaniya Navdewletî di şerê Mûsilê de piştevaniya êrîşên Heşda Şebî dikir, û balafirên Hevpeymaniyê di pevçûnên Reqayê de piştevaniya HSDê dike û êrîşên asîmanî dibin  ser bargehên DAIŞê li Dêrezorê.