13:17:27
Rojava News: Zêdeyî 850 hezar penaberên ji Suriyê, ji niha û pê de dê alîkariya aborî ji Yekîtiya Ewrûpayê werbigirin.
Ev mezintirîn bernameya alîkariya aborî ya di dîroka Yekîtiya Ewrûpayê de ye.
Malbatên xwedî pêwîstî dê kart a bankê ji Yekîtiya Ewrûpa werbigirin, ji bo ku xwarin û pêdawistiyên xwe yên din bikirin.
Biryara kar liser vê bernameyê sala par hate girtin û dikeve çarçoweya alîkariya aborî ji bo Tirkiyê ya 3 milyar Euroyan.
Li gor desthilata Tirkiyê, derdora 3 milyon penaberên Sûrî li Tirkiyê hene.
