Artêşa Lûbnanê sînorê xwe ji çekdarên DAIŞê paqij dike!

Artêşa Lûbnanê sînorê xwe ji çekdarên DAIŞê paqij dike!

12:15:12

 

Rojava News: Artêşa Lûbnanê li deverê sînorê xwe dest daniye ser girên di navbera Res Belebeg û Ersal ên li ser sînorê Sûriyê û darbeyên giran li DAİŞê dane.

Piştî ava bûna şerê navxwe yê li Sûriyê gelek grub û rêxistinên tund û terorîstî li wî welatî ava bûn û her du rêxistinên terorîstî yên DAIŞê û Eniya Nusra ku baskek rêxistina terorîst a  El-Qaîde ye li Sûriyê, çend navçeyên rojhilatê Lûbnanê dagir kiribû.

Heftiya borî li gor rêkeftina di navbera milîsên Hizbulla ya Lûbnanê û Eniya Nusra rê ji 10 hezar çekdar, jin û zarokên El-Qaîdê yên li navçeyên Ersalê re hate dayîn ku vegerin Sûriyê, li hember vê jî Eniya Nusra sê dîl û êxsîrên Hizbulla hatin azad kirin.