Leşkerêkî artêşa Îranê gule reşand: 4 kuştî û 12 birîndar

Leşkerêkî artêşa Îranê gule reşand: 4 kuştî û 12 birîndar

13:11:11

 

Rojava News: Leşkerekî artêşa pasdaran a Îranê hevalên xwe yên leşker gulebaran kirin, di encama gulebaranê de 4 pasdar hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa fermî ya Îranê ya Mehrê, li Tehranê leşkerekî artêşa pasdaran a Îranê hevalên xwe yên leşker gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de yek jê fermandar 4 pasdar hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku bûyer li baregehe leşkerî ya bajarokê Kehrizk ku dikeve rojhilatê Tehranê pêk hat, di bûyerê de yek ji kuştiyan serdar e û êrişkar hatiye desteserkirin.

Berê jî çend caran êrişên bi vî rengî di nava artêşa Îranê de pêk hatibûn. Di meha tîrmehê de li baregeha leşkerî ya Abîkî ku 100 kîlometro ji Tehranê dûr e leşkerî hevalên xwe gulebaran kiribûn û 3 leşker hatibûn kuştin.

Dîsa di Îlona 2016an de leşkerî piştî ku 3 hevalên xwe kuştibû bi heman çekê întîxar kiribû.