13:29:38
Rojava News: Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragehand, nûnerên Rûsya, Tirkiye û Îranê dê 8-9ê Tebaxê li Tehranê bi babeta li Sûriyê herêmên ji şer hatî dûrxistin ji bo xurt bikin dê bicivin.
Li gor nûçeya ajansa Rûsî ya TASS wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di lûtkeya welatên Asya başûrê rojhilat de daxuyaniyek da û ragehand: ‘’Bi hemkarê xwe yê Tirk ve me, di çarçoveya pêvajoya Astana de peymana ku hatî çêkirin pêkanînên wê me gotûbêj kir. Nûnerên Rûsya, Îran û Tirkiyê li Tehranê rojên 8-9ê Tebaxê hevdîna ku pêkbînin amadekariyên wê jî me gotûbêj kir.’’
Sergey Lavrov got: ‘’Di hevdîtina nûnerên Rûsya, Tirkiye û Îranê de mijara li Sûriyê herêmên dervey şer xurt kirina wan dê bê nirxandin.’’
Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Lavrov got, li Sûriyê naha sê herêmên dervey şer hatine ava kirin û ragehand: ‘’Naha ava kirina herêma dervey şer a herî zihmet û ya herî mezin li Îdlibê ye û li ser ava kirina wê herêmê xebat bi awayek bilez berdewam dikin.
