Sererkanê hêzên çekdari yên Îranê diçe Tirkiyê!

Sererkanê hêzên çekdari yên Îranê diçe Tirkiyê!

12:58:41

 

Rojava News: Malpera îranî ya “Tasnim”, ku nêzîkî pasdarên Îranê ye, ragihandiye, sererkanê giştî yê hêzên çekdar yên Îranê Mihemed Baqirî îro diçe Tirkiyê û dê sê rojan li wir bimîne.

Li gorî malperê, Baqirî dê bi sererkanê giştî yê hêzên çekdar yên Tirkiyê Hulûsî Akar û hinek rayedarên din yên Tirkiyê re hevdîtin bike. Hatiye gotin ku dê şandeka serbazî û siyasî jî bi Baqirî re biçe Tirkiyê.

Li ser naveroka hevdîtina wê şanda Îranî bi rayedarên Tirkiyê re jî hatiye gotin ku dê her du alî li ser şerê terorê, guhertinên li Rojhilata Navîn, pêwendiyên serbazî û siyasî yên Tehran û Enqerê her her wiha hevkariyên her du welatan di parastina sînoran de gotûbêj bikin.

Ev demek e Tirkiyê dest bi lêkirina dîwar kiriye li ser sînorê xwe û Îranê. Ev yek çend caran rastî nerazîbûna rayedarên Îranê hatiye, ji ber wê jî tê pêşbînîkirin yek ji mijarên hevdîtina şanda Îranî bi rayedarên Tirkiyê re lêkirina dîwarê sînor be.