Tirkiye: Amerîka ji bo Suriyê planek din amade dike!

Tirkiye: Amerîka ji bo Suriyê planek din amade dike!

12:39:37

 

Rojava News: Li gor medya Tirkiyê pisporên Amerîkî ligel berpirsên PKKê li devera Hesekê û Reqayê civiyan e û şêweyê dawî ya federalizma li Sûriyê girtine dest.

Medya Tirkiyê destnîşan dike, civîn di 27-28ê Tîrmehê de lidar ketine û di danustandina CIA û PKKê de lihevhatin liser 3ê herêman û 6 kantonan hatiye kirin.

Tirkiyê diyar dikin ku, Mertala Feratê ku Operasyona Tirkiyê li Sûriyê bû, armanca hevbeş a Amerika û PKKê ye û her du alî dixwazin li wan deverên niha di çarçoweya Merata Feratê de ne, bikevin nav kantonên PKKê de.

Medya Tirkiyê bêyî ku tu çavkaniyan ji idiaya xwe re diyar bike, dinivîse ku, di nexşeya nû ya Amerika jibo Sûriyê de, dê kanton bigihin heta Deryaya Sipî.