11:29:07
Rojava News: Hat îdîakirin ku hêza taybet a Amerîkayê jî bi artêşa Iraqê re dê tevlî operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê bibe.
Albayekî di artêşa Iraqê de Abdullatîf Xalid el Xalidî di daxuyaniya xwe de got: "Hêzeke yekîneyên topvan û leşkerên pispor ê Amerîkayê li baregeha leşkerî ya Kahrezê li rojhilatê Telaferê dimînin. Di operasyona rizgarkirina bajarê Telaferê de dibe ew jî tevlî bibin."
Abdullatîf Xalid el Xalidî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên ku tevlî operasyona bajarê Telaferê bibin gihîştin noqteyên sînor ên herêma rêxistina terorîst a DAIŞê. Ev hêz ji bo destpêkirina operasyonê niha li benda fermanê ne."
Li gorî daxuyaniya el Xalidî, tîmên tekoşîna dijteror ku di binê baskê Wezareta Parastin a Iraqê de cih digrin jî dê tevlî operasyonê bibin.
