< < DAİŞ 5 fermandarê xwe îdamkir!

DAİŞ 5 fermandarê xwe îdamkir!

14:00:09

 

Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest, rêxistina terorîst a DAIŞê li herêma Ene ya bi ser bajarê Rûmadiyê 5 fermandarên xwe bi sedema ku di şer û pevçûnan de şistî kirine îdam kirin.

Fermandarê Heşdî Eşair El-Bexdadî ya li Enbarê Qeterî El-Ubêd di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê li herêma Ene ya ku 210 kîlometreyan dikeve rojavayê bajarê Rûmadî ya Îraqê bi tohmeta ku di wezîfeya xwe de şistî kirin 5 fermandar îdam kirin.

Qeterî El-Ubêd di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞê 5 fermandarên xwe bi tohmeta ku di şer û pevçûnên li hemberî artêşa Iraqê şistî kirine û ev şistbûn bûye sedema kuştina gelek milîtanên rêxistinê ew îdam kirine