Tirkiye: Em destûrê nadin ku li Rojava korîdorek bê avakirin!

Tirkiye: Em destûrê nadin ku li Rojava korîdorek bê avakirin!

22:30:15

 

Rojava News: Berdevkê hukimeta Tirkiye û cîgirê Serokwezîr Bekir Bozdag, piştî civîna Encûmena Wezîran daxûyanî da rojnamegeran û ragihand ku Tirkiye ji hemû senaryonên li Efrînê re amade ye.

Bozdag girêdayî pirsek li ser Efrînê diyarkir ku "Tirkiye amadeyê her senaryoyê ye û Tirkiye rê nade korîdorek terorê. Eger li Efrînê geşedanên li dijî Tirkiyeyê rû bidin, ji hemû senaryoyan re amade ne."

Bozdag destnîşan kir ku hemû geşedanên li Sûriyeyê rasterast Tirkiye eleqeder dikin. Dê Tirkiye destûrê nede daxwaza avakirina koridora kurdî. Li gorî gefên li dijî netewa me, Tirkiyeyê ji hemû senaryoyan re amade ye.