5 leşkerên Îranê di pevçûnan de hatin kuştin

5 leşkerên Îranê di pevçûnan de hatin kuştin

11:27:57

 

Rojava News: Hat ragihandin ku 5 milîsên Tuxaya Fatimiyun ên girêdayî Muhafizên Şoreşa Îranê li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, her 5 milîsên Tuxaya Fatimiyun ên îranî li navçeya Tedmûr a bajarê Humsa Sûriyeyê li herêma Hamîmê di encama êrişa milîtanên DAIŞê de hatine kuştin.

Ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê Farsê di nûçeya xwe de ragihand ku ji bo 5 leşkerên îranî kul i Sûriyeyê di şerê DAIŞê de hatin kuştin wê li bajarê Kumê ku li aliyê başûrê Tehranê dikeve merasîma definkirinê were lidarxistin.

Piştî merasîmê wê cenaze li abîdeya ku bi taybetî ji bo leşkerên îranî ku li Sûriyeyê têne kuştin werin veşartin.