Rojava News: Balafirên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî 15 êrîşên din li dijî navendên rêxistina DAIŞê li Rojava û Başûrê Kurdistanê û Iraqê pêk anîn.
Li gor daxuyaniyeke fermandariya navîn ya artêşa Amerîka, balafirên hevpeymaniyê ji roja pêncşemê de 10 caran êrişî navendên DAIŞê li navçeyên derdora Mûsil, Kerkûk, Şingal û Teleferê kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama wan êrîşan de 3 cihên DAIŞê û çend wesayît û avahiyên wê jî hatine têkbirin.
Herwiha li Rojvayê Kurdistanê jî, balafirên hevpeymaniyê 4 caran êrişî navendên DAIŞê li gundên derdora Kobanî kirine ku di encam de 2 cihên şer û avahiyeke DAIŞê hatine têkbirin.
