Daxwaza sazkirina merasîmeke bîranînê bo Barzaniyê Nemir li Parlamentoya Iraqê hat kirin

Daxwaza sazkirina merasîmeke bîranînê bo Barzaniyê Nemir li Parlamentoya Iraqê hat kirin

Rojava News: Perlemanterekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Iraqê de, daxwazek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Iraqê dike da ku di yada koça dawî ya bavê ruhê neteweyî ya kurd Barzaniyê Nemir de, merasîmek li hola parlamentoyê were sazkirin.

Erdelan Nuredîn Perlemanterê PDKê di Parlamentoya Iraqê de ragihand: “Îro min daxwazek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Iraqê kir da ku merasîmek bîranînê li hola parlamentoyê bo yada koça dawî ya bavê ruhê neteweyî ya kurd Barzaniyê Nemir de were sazkirin.”

Di wê daxwazê de wî perlemanterî daxwaz ji Serokatiya Parlamentoya Iraqê daxwaz dike ku, komîteya şehîd û qurbaniyan a parlamentoyê di navbera 1 heta 14 meha bê merasîmeke bîranînê saz bike.

Mistefa Şêx Mihemedê Barzanî yê naskirî bi Mela Mistefa, şoreşgêr û siyasetmedarê kurd yê bi nav û deng. Roleke mezin û girîng di avakirina Komara Mihabadê de dît û di sala 1946 Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) damezrand, Sala 1961 dest bi şoreşa Îlonê kir, li dijî rejîma Iraqê. Li sala 1979 li Amerîka bi nexweşiya şêrpenceyê koça dawî kir.