Erdogan: Banga Ocalan bo danîna çekan girîng e

Erdogan: Banga Ocalan bo danîna çekan girîng e

 

Rojava News: Serokomarê Turkiyê Recep Tayyip Erdogan li  bajarê Stenbol`ê bersiva pirsên rojnamevanan da û got:Bangawaziya danîna çekan ya Rêberê Partiya Kerkerên Kurdistan`ê Ebdula Ocalan  ji bo Turkiyê “gelekî  girîng e û wiha got: Em bi hesret li benda vê bangawaziyê bûn, bê guman  ev bangawazî pir baş e, lê ya girîng cî bi cîkirina  wê yekê ye, lewra ez hêvîdar im wê yekê bicîh bînin û gavên pêwîst bavêjin.



Erdogan diyar kir ku, hêzên ewlehiyê yên Turkiyê tu carî çekên xwe bernadin ji ber ku ew çek ji bo aramiyê ne.



Erdogan li ser daxuyaniya Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, ku gotibû divê hikûmet jî li hember bangawaziya Ocalan “pakêta ewlehiyê” li ber çavan re derbas bike, got: Daxuyaniyên hevserok û Şanda Îmraliyê mîna hev nînin, ji hev cuda ne lewra em vê pesend nakin.