Rojava News: Çekdarên DAIŞ`ê li bajarê Mûsilê 9 welatiyên Xirîstiyan yên rûniştvanên wî bajarî darevkirin.
Li gor agahiyan; îro li taxa Babul Tub ya navîna wî bajarî, çekdarên DAIŞ`ê 9 welatiyên Xirîstiyanî girtin û piştre li pêş çavên welatiyan darvekirin.
Li gor çavkaniyekê jî; Ew karê DAIŞ`ê ji bo tirsandina welatiyên bajarê Mûsilê bi giştî û Xirîstiyaniyên wî bajarî bi taybetî bû û piştî darvekirina wan jî, rê nedan malbatên wan ku, termên wan bibin û bin axa bikin“.
Wê çavkaniyê wiha axaftina xwe qedand:“ Ji niha ve çekdarên DAIŞ`ê metirsiya raperîna sertaserî ji aliyê welatiyên bajarê Mûsilê ve li ba wan dirust bûye, lewima dest bi kuştin û darvekirina welatyên wî bajarî kirine“.
