Rojava News: Seroka Rêxistina Emel ya parastina mafê jinan, ragihandiye ku piştî sala 2003`an û vir ve, li Êraqê milyon û nîvek zêdetir jin jinebî man.
Seroka rêxistinê Hena Edward ji çapemeniyê re ragihandiye ku: "Li Êraqê ji sala 2003an vir ve operasyonên leşkerî tên kirin, çalakiyên terorîst û teqîn çêdibin. Piştî hemû van bûyeran li welêt milyon û nîvekî zêdetir jin jinebî mane û 3 milyonan zêdetir zarok jî êtîm û sêwî mane."
Edward daxuyand ku li Êraqê jin di meclisê de û rêvebiriya herêmî de cih digrin, lê der barê mafê mirovan de jinên Êraqî hê ne xurt in.
Edward wiha dewam kir: "Di temenê ciwan de zewac, sinetkirina jinan û hin edetên din ên ku rûmeta jinê bin pê dikin bi hiqûqê ve nayên cezakirin. Ji ber vê jî jin zehmetiyan dikşînin."
