Rojava News: Merasimên bîranîna Helebcê li Rojhilat rastî astengî û qedexeya rejîmê hat.
Hinek saziyên dewletê li bajarê Kamyaran û Ciwanro yên rojhilatê Kurdistanê merasimên ji bo bîranîna Helebce asteng kirin.
Li gel hebûna destûra pêkanîna merasimên ji bo 27. salvegera komkujiya Helebceyê, rayedarên rejîma Îranê nehiştin ku çalakvanên çandî û medenî Helebcê bibîr bînin.
Komîteya amadekar ya merasima bîranîna Helebcê li bajarê Kamyaran ya ser bi parêzgeha Kurdistanê diyar kir ku wan 10 roj beriya niha wek Helbestvan, nivîskar û çalakvanên medenî yên bajêr amadekarî ji bo merasimê kirine lê belê nûçeya qedexekirina merasimê ji wan re hatiye. Her wuha ji bo merasimê gelek mêhvan ji bajarên din ên Rojhilat hatibûne vexwendin.
