Rojava News: Bi tohmeta redkirina cîhada nîkahê, çekdarên rêxistina radîkal a DAİŞê li başûrê bajarê Mûsilê 8 jin gulebaran kirin.
Bi tohmeta redkirina cîhada nîkahê, çekdarên rêxistina radîkal a DAİŞê li başûrê bajarê Mûsilê 8 jin gulebaran kirin.
Li gor hatiye zanîn: DAİŞ li ser destnîşankirina jinan bo cîhada nîkahê berdewam e û ew jin jî tên kuştin ku amade nabin ligel çekdarên DAİŞê cîhada nîkahê bikin.
Terorîstên DAİŞê li çend cihên cuda yên Mûsilê, 25 jin ji bo wê armancê binçav kirine û birine ba çekdarên DAİŞê ji bo cîhada nîkahê, lê hejmarek ji wan jinan cîhada nîkahê red kirine, loma 8 ji wan jinan, di zîndana kevin a başûrê bajarê Mûsilê de, li ber çavê xelkê hatine kuştin.
