“Dibê ku pêvistî bi operasyonê bejayî hebê”

“Dibê ku pêvistî bi operasyonê bejayî hebê”

Rojava News: Berpirsekî Ewlehiyê yê Yemenê ji routersê re got: Ji bo ku li Yemenê aramî bê avakirin, dibê ku pêvistî bi operasyonê bejayî hebê.

Ji ber rewşa awarte Erebistana Suudî li Yêmenê  seferê hawayî li nav yemen û ji bo derva da sekinandin.

 

Konsolê Erebistana Suudî yê Emrîkayê Adil Cubeyr  di daxuyaniyekê de got “Li Yemen hemû rê yên aşîtî û diyalogê bê encam man, û ji neçarî bi ser Husiyan de li Yemenê operasyon hatiye li darxistin”

 

Hemendemê got “ Husiyan her daîm  rêya tûndiyê hilbijartine, ji ber wê yekê jî emê Hıkumeta fermî û meşrû ya Yemenê biparêzin.

 

Konsolê giştî herweha got; “Ew tevgera leşgerî û operasyon li gor rênmayiyên  Neteweyên Yekbuyî û Yekîtiya Eraban hatiye çêkirin. Aniha tevger û mudaxelaya leşkerî ji asmana de birêve diçê, lê eger pêvist bikê dê ji bejayî ve jî operasyon bên meşandin.