Rojava News: Li Yemenê êrîşên hewayî berdewam dike û heta niha 39 kes hatine kuştin.
Êrîşên hewayî yên hêzên Koalisyonê bi pêşnegiya Erebistanê li ser bakûr, rojhilat û başûrê paytext Senayê berdewam dike. Di êrîşan de heta niha zêdetirî 39 kes ku piraniya wan sivîlin hatine kuştin.
Li gor ajansa Fransa sibeha roja 27’ê Adarê avahiya koşka serokomariya Yemenê li bakûrê Senayê ku di bin kontrola Hûsiyan de bû, bû hedefa balafirên Koalisyonê.
Êrîşa hewayî li dijî Hûsiyan ji aliyê Erebistan û nêzî 10 welatên Korfêzê ve tê birêvebirin. Herwiha şevê din jî baregehên leşkerî yên Hûsiyan li bakûr û başûrê Yemenê hatin bombebaran kirin.
