Rojava News: Welatên endamên Yekitiya Erebî li ser avakirina artêşeke hevbeş li hev kir. Wezîrê Derve yê Yemenê jî ragihand, wan karîne pêşiya balafirên Îranê yên ku çek ji milîsên Hûsî re dibirin, bigirin.
Komcivîna Yekitiya Erebî bi beşdarbûna serok û lîderên welatên endam, ku duh li bajarê Şerm Şêxê yê Misrê dest pê kiribû, îro xilas bû. Di civînê de Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm jî beşdar bû.
Di civînê de li ser rewşa Iraq, Sûriye û Yemenê hat axaftin û biryar hat dayîn, welatên endamên Yekitiya Erebî hêzeke hevbeş ava bikin.
Sekreterê Giştî yê Yekitiya Erebî Nebîl Erebî jî got, êrişên hevpeymaniya erebî bi serokatiya Erebistanê li dijî milîsên Hûsî yên Yemenê dê bidome û heta ew çekên xwe teslîm nekin û ji wan deverên ku girtine venekişin, êriş nayên sekinandin.
Wezîrê Derve yê Yemenê Riyaz Yasîn jî ragihand, êrişên li dijî milîsên Hûsî karine pêşiya balafirên Îranê yên ku rojane herî kêm 2 caran çek û cebilxane ji Hûsiyan re dibirin, bigirin.
