Rojava News: Sêyemîn Konferansa Saziyên Alîkariya Bexşdar ji Suriyê re doh bi beşdariya nûnerên 78 welatan, 40 rêxistinên navnetewî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî Mon, li Kuweytê destpê kir.
Emîrê Dewleta Kuweytê Şêx Sebah EL Ehmed El Cabir El Sebah axaftina vekirina konfransê kir. El Sebah di axaftina xwe de diyar kir ku konfransa wan di demeke ku trajediya Suriyê tê jiyandin û pêwîstiya gelê suryeyê ya alîkariyê li hundir û derveyî welat derdikeve pêş de pêk hatiye. El Sebah da zanîn ku rewşa li Suriyeyê kambaxiya herî mezin a mirovahiyê ku di dîrokê de hatiye dîtin e û ji bo alîkarîdayîna welatiyên Suriyê wan ev konferans li dar xistiye.
Tê armanckirin ku ji vê konfransê 8 milyar û 400 milyon dolar ji bo alîkarîdayîna gelê Suriyê bê komkirin.
