Welatên erebî gef li Îranê xwarin!

Welatên erebî gef li Îranê xwarin!

Rojava News: Berdevkê Hevpeymaniya Erebî ya şerê Yemenê General Ehmed Esîrî gef li Îran û Hizbullaha Libnanê xwar û got, dema em li milîsên Hûsî didin eger hêzên îranî û Hizbullahê li wir bin emê li wan jî bidin.

Esîrî da zanîn ku hêzên hevpeymaniya erebî hemû rêyên ku diçin bajarê Edenê yê Yemenê her wiha hinek dever li bakurê welêt dane ber bombeyan.

Li gorî agahiyên wî rayedarê leşkerî, ji bo girtina benderên Yemenê keştiyên şer li nav sînorên avî yên wî welatî de hatine bicîkirin.

Nêzîkî hefteyekê ye hevpeymaniya erebî bi serokatiya Erebistana Siûdî li dijî milîsên şîe yên Hûsî yên Yemenê dest bi operasyonê kirine.

Milîsên Hûsî dest danîne ser paytexta Yemenê, Senia û beşek mezin ji wî welatî û hikûmeta demkî ava kirine.