Erdogan li ser vexwendnameya fermî çû Îranê

Erdogan li ser vexwendnameya fermî çû Îranê

Rojava News: Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ser vexwendnameya fermî a Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî çû Îranê.

 

Serdana Erdogan yekemîn serdana fermî ya serokekî Tirkiyeyê ji bo Îranê ye di nava 4 salên borî de û piştî çend rojan ji rêkeftina derbarê programa atomî ya Îranê de tê.

 

Tevî ku dorpêçên aborî li ser Îranê hatine ferzkirin, lê Îran bi rêya Tirkiyeyê re enerjiya xwe difiroşe herwiha zêr ji Tirkiyeyê dikire.

 

Biryar e Erdogan ligel Hesen Rûhanî û û rêberê olî Ayetullah Seyîd Elî Hamaney bicive.

Ji aliyêdin ve Pesîcên Zanîngeha Şahid û hejmarek parlementer jî daxwaz ji Wezareta Derve yan Îranê kirin ku, serdana Erdogan were hilweşandin, eger na berpisyarya her karvedanekê dikevin stuyê Rûhanî de.

 

Herwiha komîteya asayîşa neteweyî û siyaseta derve li Parlementoya Îranê daxwaz kiriye ku, balyozê Tirkyê li Îranê were derkirin û serdana Erdogan jî were hilweşandin.

 

Tê pêşbînîkirin ku pêwendiyên di navbera Tirkiyê û Îran de û gelek pirsên li Rojhilata Navîn de nakokin, bi taybet pirsa Sûriyê û vê dawiyê pirsa Yemenê bên gotşbêjkirin.