Rojava News: Encumena Navdewletî ya Ewlekariyê wê îro projebiryara derbarê Yemenê de ya ku welatên Kendavê pêşkêş kirine, gotûbêj bike û şandina çekan ji bo Hûsiyan jî qedexe bike.
Li gor zaniyariyên ku belav bûne, ji bilî Rûsya, herçar welatên din ên Encumena Ewlekariyê ku mafê wan yê bikaranîna Vîtoyê heye, ew projebiryar qebûl kirine.
Herwiha hat gotin ku welatên Kendavê li ser xwesteka hin endamên Encumena Ewelkariyê çend xalên projebiryara xwe serast kirine.
Tê çaverêkirina ew projebiyar îro ji aliyê her 15 endamên Encumena Ewlekariyê ve were gotûbêjkirin û îro yan jî sibê deng li ser bê dayîn.
Projebiryara welatên Kendavê daxwaz dike ku çekdarên Hûsiyan ji navçeyên ku dest danîne ser, vekişin, herwiha hemû girtiyan azad bikin û karên ku gefê li ewlekariya welatên derdora Yemenê dikin jî rawestînin.
Welatên Kendavê herwiha di projebiryara xwe de daxwaz dikin ku Encumena Ewlekariyê navê kurê serokê berê yê Yemenê Ehmed Elî Ebdilla Salih û serkirdeyê Hûsiyan Elî Ebdilmelik Hûsî bixe nav lîsteya xwe ya reş de û şandina çekan ji bo Hûsiyan jî qedexe bike.
