Rojava News: Ajansên Nûçeyên Iraqê li ser zimanê Parêzgarê Selahe Eldîn eşkere kirin ku, Îro 17 Nîsanê di êrîşekê de Hêzên Iraqî li nêzîka kêlgeha Elas li navçeya Hemrîn cîgirê Serokê pêşî yê Iraqê Sedam Huseyin, Izet Dûrî kuştin.
tekanê ku ji enfala filiitye Hesen Elî ji BsNws re ragihand: “ Bi bihîstina vê nûçeyê di salvegera kareseta Enfalan de em hêmî bi xweşiyê hest dikin û hêstirên me ji kêfa hatin xwarê”
herwiha got jî: “Sipas bo xwedayê mezin ku heyfa hemû şehîdên Enfalan û Kurdistanê bi kuştina Izet Dûrî pêkhat”
ji aliyekî din ve got jî: “Raste ev meh tijî xem û nexweşî ne û bîranîna Enfalan jî têdeye, lê bi kuştina Izet Dûrî beşekî mezin ji wan xem û nexweşiyan kêmbû.”
