DAIŞ gefan li Husiyên Yemen`ê dike

DAIŞ gefan li Husiyên Yemen`ê dike

 

Rojava News: Rêxistina terorîst ya DAIŞ`ê gefa serbirînê li Husiyên Yemen`ê dike û daxwaz ji êlên Suniyan yên Yemen`ê dike ku peymanê bidin xelîfe ya DAIŞ`ê.

 

Nivîsingeha Ragihandina Wîlayeta Himis ya DAIŞ`ê li ser pêgeha xwe ya civakî Tweeter`ê girteyek vîdeo belav kiriye ku, têde 3 çekdarên DAIŞ`ê  gefa serbirînê li çekdarên Husiyên Yemen`ê dikin û daxwaz ji êlên Suniyên wê welatî dikin ku rû bi rûyê wê grûpê bibin.

Her weha berê xwe bidin Îraq`ê bo şerkirina li hemberî Şî`eyan.

 

Di girteya vîdeo de çekdarên DAIŞê` rexne li Piroseya Bablîsîka Hezim dikin û welatiyan jî derbarê piştevaniya wê piroseyê agahdar dikin û daxwaz dikin ku Sûneyên Yemen`ê peymanê bidin bi xelîfeyê DAIŞ`ê.