Xelîfeyekî nû ji DAIŞê re hat destnîşan kirin

Xelîfeyekî nû ji DAIŞê re hat destnîşan kirin

Rojava News: Xelîfeyê nû ji xelkê Mûsilê ye û bi demkî cîgirê Elbexdadî be.

 

Kovara “NewsWeek” ya Amerîkî ragihand ku, Rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ)ê mamostayekî fîzya bi navê (Ebû Elaa Efarî) li şûna (Ebû Bekir Bexdadî) bi şêweyekî demkî bûye xelîfeyê DAIŞê.

 

Li gorî malpera Hedes News, Ebû Elaa Eferî di sala 1998 çûye Efxanistanê û piştre bûye yek ji serkirdeyên Elqaîda û di sala 2004 piştî Zerqawî ew bû berpirsê Elqaîda li Iraqê.

 

Kovara “NewsWeek” li ser zimanê berdevkê Hikûmeta Iraqê “Hîşam Haşimî” ragihand ku: “Ebû Elaa Eferî ciyê Bexdadî bi demkî girtiye û heta ku Bexdadî ne amadebe ew dê Cîgirê Bexdadî be”

 

Herwiha Haşmî got jî: “Piştî birîndarkirina Bexdadî, Eferî karên DAIŞê li gel çend berpisiyarên din birêve dibe, Efarî ji xelkê devera Hezere ya Mûsilê ye û piştî kuştina Ebû Umer Bexdadî û Ebû Eyûb Misrî, Eferî kandîdê Ûsama Bin Ladin bû ji bo serkirdeya Elqaîda li Iraqê”

 

Berî niha rojnameya “The Guardian” ya Birîtanî di raportekê de ragihand bû ku, Elbexdadî bi dijwarî birîndar bûye û nema kare karûbarê xîlafeta DAIŞê birêvebibe û niha dinbin çavdêriya tendurûstî deye.