Welatê Eraban dê ji bo Yemenê bicivin

Welatê Eraban dê ji bo Yemenê bicivin

 

Rojava News: Serokên welatên Kendava ereban dê îro bi armanca nîqaşkirina rewşa Yemenê û bernameya nukleerî ya Îranê bicivin.

 

Serokên welatên Kendava Ereban dê îro li paytexta Erebistana Siûdiyê Riyad bicivin. Di civînê de dê mijarên wekî aloziya Yemenê, bernameya nukleerî ya Îranê bêne nîqşakirin. Serokê Firansayê François Hollande dê wekî mêvan beşdarî civînê bibe. Di civînê de her wiha dê mijarên wekî geşedanên dawî ku li welatên cîhana ereban, herêmî û navnetewî de pêk tên, bêne niqaşkirin. Her wiha dê mijara hevkariya di navbera hemû welatên kendava ereban de mijareke sereke ya nîqaşan be.

 

Serokê Firansayê François Hollande bi armanca tevlîbûna civînê duh gihişt Erebistana Siûdiyê.